Li Herêma Kurdistanê 10 kes ji Coronavîrusê mirin û 1421 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 1421 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 10 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5819 kesan; her wisa bi pêketina 1421 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 328 hezar kesan.(ÎLKHA)