• DOLAR 32.456
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2445.154
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransayê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftinê ji bo Balyoz xwest û Serok Nêçîrvan Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî, hilbijartin û pêşbîniyên ji bo paşerojê ya proseya siyasiya li Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên Da’îş û gefên li ber Iraqê pêşkêş kir.

Her du alî xwestên xwe yên hevbeş yên ji bo pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Fransa derbirî û hevra bûn ku Fransa û civaka navdewletî dikarin hevkar û yarmetîder bin ji bo çareserkirina kêşeyan û parastina aramiya li Iraqê ku bandoreke erênî li ser aramiya navçeyê ve jî heye.

Derfeta veberhênan û sermayeguzariya zêdetirê Fransî li Iraq û Herêma Kurdistanê. rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, mijareke dinê hevdîtinê bû ku birêz Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê jî têda amade bû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir