Li Behra Egeyê di mezinahîya 3.4an de erdhej
Derdora seat 22.40î de di Behra Egeyê de di mezinahîya 3.4an de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; derdora seat 22.40î de di Behra Egeyê de li nêzî navçeya Datçayê erdhejeke di mezinahîya 3.4an de pêk hat.
Kûrahîya erdhejê wek 10.53 kîlometre hat destnîşankirin.(ÎLKHA)