Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê kir
Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê kir.
Di hevdîtina ku li Selahaddînê hat kirin de derbarê pêşhatên siyasiyên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê ya li 10 ê Cotmeha bê û gefên li ber Iraqê ya li qonaxên pêş de.(ÎLKHA)