• DOLAR 32.194
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2409.59
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Bangladeşê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Elbarî kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erk û karên wî nîşan da, her wiha tekez li ser ber bi pêşvebirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Bangladeş ya li warên cûda cûda da kir û balkişand li ser çalakbûna destê karê Bangladeşî li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Bangladeşê silav û rêz û banghêşta Serokê welatê xwe ya ji bo serdana Bangladeşê pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û spasî Herêma Kurdistanê bi xelk û Hikûmetê ve kir ji bo pêşwazî û hevkariya wan ya li gel destê karê Bangladeşî û xwesta ber bi pêşvebirina peywendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran de, bi taybetî li warê bazirganiyê da dûpat kir.

Nirxandina hilbijartinên Iraqê, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê û Bangladeş, pêwîstiya vekirina nivîsîngeh yan konsolgeriya Bangladeş li Hewlêrê, aliyeke dinê hevdîtinê bû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir