Li Şehbayê teqîn: Zarokek mir û 3 zarok jî birîndar bûn.
Di encama teqîna ku li herêma Şehbaya Kurdistana Rojava pêk hat de zarokekî Efrînî yê 8 salî canê xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.
![Li Şehbayê teqîn: Zarokek mir û 3 zarok jî birîndar bûn.](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Mn5bfnlXwSi5tSHHjjGO8iYQGDQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/38/li-sehbaye-teqin-zarokek-mir-u-3-zarok-ji-birindar-bun-24bcde22.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ve hatiye belavkirin, dema 4 zarokên bi navê Rolav Muhammed Alî, Îsmet Teter, Muhammed Teter û Zahir Teter di nav erdekî de ji xwe re dilîstin li rasta teqemenîyekê hatin û pê lîstin ku di wê kêlîyê de teqemenî di destên wan de teqîya.
Di encama teqînê de zarokê bi navê Rolav Muhammed Alîyê 8 salî canê xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.(ÎLKHA)