ENKS li Kurdistana Rojava biryara xwepêşanan da
Hat hînbûn ENKS ji ber bûhakirina heqê mazotê biryara xwepêşanan da.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anî zimên û daxwaza betalkirina bûhaya mazotê kir.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ew wek ENKSê bûhaya li li mazotê û li kelûpelên din bi şikleke dizî hatine kirin qebûl nakin û heta ku bên betalkirin ew ê xwepêşanan li dar bixin.(ÎLKHA)