Li Diyarbekir û Bîngolê 600 kîlo esrar hat bidestxistin
Di encama operasyonên ku li Bîngol û Diyarbekirê li dijî tacirên tiryakê hatin lidarxistin de nêzî 600 kîlo esrar û hezar û 200 kok kenewîr û nebata skunkê hat bidestxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Giştî ya Cendirmeyan ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li Bîngol û Diyarbekirê li dijî tacirên tiryakê operasyon hatin lidarxistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di encama operasyonên ku 5 rojan berdewam kirin de 228 kîlo esrara toz, 376 kîlo esrara kubar, hezar û 100 kok kenewîr, 101 kok nebata skunkê hat bidestxistin.(ÎLKHA)