Li Sûdanê darbeker hatin binçavkirin
Hat ragihandin leşkerên ku li Sûdanê teşebûsî darbeyê kirin hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de hat destnîşankirin, leşkerên ku vê şeveqê hewl dan darbeya leşkerî li Xartûma paytexta Sûdanê bikin hatin astengkirin û dû re jî hatin binçavkirin.
Berdevkê Konseya Desthilatdarîyê yê Sûdanê Muhammed el-Fekî Silêman bang li xelqê kir da ku darbê asteng bikin.(ÎLKHA)