• DOLAR 32.482
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2442.57
  • ...
Li Sêrtê demsala çêkirina dimsê dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Îskamboya Sêrtê van rojan sifrî bo çêkirina dimsê hatin danîn û ehlê gund piştî berhevkirina tireh bi sed zehmetî û kedeke mezin hewl didin dimsê çêkin. Gundî pêşî tirehên sîncîrî yên ku ji rezan berhev dikin tînin ber mehserê û davêjin nava mekîneya eciqandinê û dest bi karê derxistina şîreya wê dikin. Piştî ku şîreyê tirehê ku berhev kirine tê derxistin re êdî gundî dest bi karê kelandina ava tireh dikin û di dema kelê de gundî xwelîyê davêjin navê û demeke dirêj dikelênin. Piştî demekê ava ku kelîyaye bi bêhna xwe berde ji qazana derdixin. Piştî ku av dicemide re cardin dest bi kelandinê dikin û piştî demekê ava tireh dibe dims.

Gundîyê bi navê Mihemed Altinbaş derbarê pêvajoya çêkirina dimsê de destnîşan kir, ev yek ji bav û kalên wan ji wan re wek mîrate maye û dû re wiha got: “ Berî niha me di mehserê de li pêl tireh dikir û şîre bi dest dixist. Niha em vê yekê bi mekîneyan çêdikin. Dû re em di sifrîyan de dikelînin û kefa li ser wan berhev dikin. Piştî ku kel têyê em dixin metereyan û kêlîkê wisa didin sekinandin. Dû re em cardin dikelînin û bi vî awayî dimsê çêdikin. Me vê yekê ji bav û kalên xwe dît. Em vê yekê ji zarokên xwe re jî hîn dikin.”

“Ger dimsa me bê nasîn ez bawer dikim ku ew ê xelq eleqeyeke mezin nîşanî bide”

Gundîyê bi navê Mihemed Oneryildiz jî derbarê mijarê de destnîşan kir, tireha sincîrî  ji bo dimsê tireha herî baş e û dû re wiha got: “Li gundê me ev bû 500 sal ku ev dims ji tireha sincîrî tê çêkirin. Dema ku em dimsa xwe çêdikin em xwelîya darê berûyan dixwinê. Bi vî awayî dimsa me qet tirş nabe. Ger dimsa me bê nasîn ez bawer dikim ku ew ê xelq eleqeyeke mezin nîşanî bide.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir