Li Nîjeryayê 12 leşker hatin kuştin
Li parêzgeha Bornoya Nîjeryayê êrîşa çekdarî li karwana leşkerî ya ku barê wê çek û muhîmat bû hat kirin.
Di encama êrîşa ku li ser rêbeja Maiduguri-Mugono hat kirin e 12 keşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin êrîş ji teref endamên Boko Haram ve hatiye lidarxistin û di êrîşê de endamên rêxistinê dest danîne li ser 3 kamyonan.(ÎLKHA)