Li Meksîkayê 434 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 270 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 434 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 434 kesên din hejmara mirîyan derket 270 hezar û 346 kesan.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 7 hezar û 40 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 549 hezar û 229 kesan.(ÎLKHA)