Mînîbusa ku karkerên zireatê vediguhast û tirek li hev qelibîn: 5 jê giran 18 birîndar
Di encama qezaya ku li ser rêbeja Kayserî-Nîgdeyê pêk hat de 5 jê giran tevde 18 kes birîndar bûn.
Qeza li ser 65emîn kîlometreya rêbeja Kayserî-Nîgdeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin derdora seat 19.30î de mînîbusa bi plaqeya 46 PF 661 a ku karkerên zireatê vediguhast û tireke bi plaqeya 38 F 4985 li hev qelibîn. Di encama qezaya ku li ser rêbeja Kayserî-Nîgdeyê pêk hat de 5 jê giran tevde 18 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)