Di şewata ku li Îkîtellîyê derket de kesek canê xwe ji dest da
Hat ragihandin di şewata ku li navçeya Îkîtellîya Stenbolê derket de kesek canê xwe ji dest da.
Doh êvarî li navçeya Îkîtellîya Stenbolê di sîteya sanayîyê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di kargehekê de şewat derket. Ji ber şewata ku derket gelek kargeh û wesayît şewitîn.
Tê diyarkirin kesê bi navê Sîraceddîn Yimaz ê ku di şewatê de birîndar bûbû, vê şeveqê li nexweşxanê rehmet kir.(ÎLKHA)