• DOLAR 32.564
  • EURO 35.273
  • ALTIN 2468.02
  • ...
SON DAKİKA
PKK ji cotkarên Silêmanîyê bi dara zorê xerec distîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku li çar parçeyên Kurdistanê bûye bela serê Kurdan û ji Kurdan çavkanîya zirar û bobelatan e, vêcar jî zor û zordarîyê li cotkarên li herêmên Pencwên û Şarbajêr dike.

Li gorî agahîyên ku ji teref welatîyan ve hatine belavkirin PKKyî li li herêmên Pencwên û Şarbajêr gefê li cotkaran dixwe û bi dara zorê xerec ji wan distîne.

Her weke ku dê bê bîran di tîrmeha borî de PKKê li gundê Zelêya girêdayê bajaroka Heşoyê gef li gundîyekî bi navê Feqê Ehmedê ku heywanan xwedî dike, xwaribû û jê xerec xwestibû ku Ehmed vê daxwaza PKKyîyan bi cî neanîbû ku ji ber vê yekê PKKê êrîşî wî kiribû û ew birîndar kiribû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir