Zêdetirî milyonek dozên vaksînê yên ku ji teref Urdunê ve hatin şandin gihaştin Herêma Kurdistanê
Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Ragihandin û Medyayê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Ragihandin û Medyayê ya Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, milyonek û 164 hezar û 180 dozên vaksînên coronayê yên ku hikûmeta Ammanê şandin gihaştin Herêma Kurdistanê.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ji destpêka şobê heta niha 280 hezar û 860 kes bi Coronayê ketin.(ÎLKHA)