Li Brezîlyayê ji ber Coronavîrusê 894 kesên din jî mirin
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê daneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 30 hezar û 372 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 20 milyon û 614 hezar û 866 kesan.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 832 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 575 hezar û 742 kesan.(ÎLKHA)