• DOLAR 32.184
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2425.276
  • ...
Faşîzma li hember zimanê Kurdî berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh ji RIhayê pîrekeke Kurd a bi navê Tirkan Taşçi  bi telefonê beşdarî bernameya ku ji teref Dîdem Arslan ve li ser Show Tv tê weşandin bû û ji ber ku bi Tirkî nizanibû Kurdî xeber da. Dema ku Tirkan kir bi Kurdî xeber bide Dîdemê jê re bû asteng û wiha got:” Na!Na Tirkan Xanim. Divê em jî fam bikin.Ji kerema xwe re Tirkan Xanim ji ser xetê bigirin. Ew nikare bi vî awayî heqaret li qîzan bike, ez jî piçekî Kurdî fam dikim.Bi wê re xeber bidin, ger bi tirkî xeber bide em ê wê bigirin bernamê. Ev der Komareya Tirkîyê ye. Em zimanê Rojhilat(Kurdî) nizanin.”

Ji ber vê helwesta “nîjadperest û cudaker” ji ser medyaya civakî ji Dîdemê re bertek hat nîşandan û taga #haddinibildidemarslan hat vekirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir