Barzanî pêşwaziya raspardiyê berê yê posta Serokwezîrê Iraqê kir
Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Tofîq Ellawîyê berbijêr û raspardiyê berê yê Serokwezîrê Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê hatin guftûgokirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di vê civînê de her du alî di derbarê derbaskirina gefên li ber proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser hemahengiya di navbera aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê kirin.(ÎLKHA)