• DOLAR 34.561
  • EURO 36.262
  • ALTIN 2996.812
  • ...
HUDA PAR dawî li hisûmeta 7 salane anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê heft salan li gundê Tefêya Stewrê  di nav ferdên malbata Kaya de ji ber problemekê dijmintî û hisûmet rû da. Serokatîya Bajara Mêrdînê ya HUDA PARê û Serokê Şaredarîya Enkafê Samîr Ozhanê HUDA PARî ji bo ferdên malbatê li hev bên û ev hisûmet bi dawî bibe xebateke dan destpêkirin.

Di encama hewldan û xebatên ku hatin kirin de Serokatîya Bajara Mêrdînê ya HUDA PARê û Serokê Şaredarîya Enkafê Samîr Ozhanê HUDA PARî  ferdên malbatê li hev anîn.

Di merasîma li hevanînê de Serokatîya Bajara Mêrdînê ya HUDA PARê  Îsmaîl Çevîk axavtinek kir. Çevîk di axavtina xwe de ji temamê kesên ku keda wan di vê lihevanînê de heye re teşekur kir û dû re wiha got: “Xeyd û hisûmetên bi vî awayî ji mêj ve hene. Yek ji van jî di nav vê malbatê de rû da ku tiştê ku me kêfxweş dike di vê pêvajoyê de tiştek bi serê tu kesî nehat. Di nav birayên me de ji ber tiştekî piçûk xeyd çêbûbû. Ji ber vê yekê me wek HUDA PARê hewl da û wan li hev bînin û di netîcê de li hev hatin.”

Ferdên malbatê ji temamê kesên ku kedan wan di vî karê bi xêr de heye re teşekkur kir.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir