Talîban Deşta Pênçşîr dorpêç kir
Berdevkê Talîban Zebîhullah Mucahîd derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Mucahîd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew li nêzî deşta Pênçşîrê bi cî bûne û dû re wiha got: “Em terefdar in ku meseleyê bi şikleke aştîyane û bi muzakereyan çareser bikin.”
Deşta Pênçşîrê di bin kontrola Ahmed Mesûdê lawê Ahmed Şah Mesûd de ye.(ÎLKHA)