150 mihên ku di newalê de asê man telef bûn
Li Êlihê kerîyê pêz a ku ji zozanan dihat li Êlihê di newalekê de asê ma, di encama bûyera ku pêk hat de 150 mih telef bûn.
Bûyer li navçeya Qubîneya Êlihê li nêzî gundê Yontukyaziyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh êvarî dema ku pez diçerîya 2 meh xwe avêtin newaleke asê ya ku tê de qamîş hebû ku kerîyê pêz jî da pey wan û di newala asê û teng de li ser hev siwar bûn ku di encama bûyerê de 150 mih telef bûn.(ÎLKHA)