Li Herêma Kurdistanê 20 kes ji Coronavîrusê mirin û 1531 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 1531 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 20 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5102 kesan; her wisa bi pêketina 827 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 278 hezar kesan.(ÎLKHA)