Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 23 mirî
Di encama êrîşên çekdarî yên ku li parzêgehên Katsîna û Kadunayê hatin lidarxistin de herî kêm 23 kes canê xwe ji dest dan.
Êrîş li gundên bi navê Duba û Zangon Katafê hatin lidarxistin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşên çekdarî de herî kêm 23 kes canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin êrîş ji teref 2 kesên çekdar ên ku li ser motosîkletê bûn ve hat lidarxistin.(ÎLKHA)