Ji ber bobelata lehîyê kesekî din jî mirin: Hejmara mirîyan derket 82 kesan
Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber lehîya ku li Behra Reş a Rojava rabû li Kastamonuyê 71, li Sînopê 10 û li Bartinê jî 1 welatî canê xwe ji dest dan.
Bi van hejmarên dawî ji ber bobelata lehîyê heta niha 82 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)