Xortê 16 salî di 5 mehan de Qurana Kerîm ji ber kir
Musa Gokçekê 16 salî yê ku li navçeya Tatwana Bidlîsê di Qursa Qur’anê ya Hîrayê de telebe bû di 5 mehan de Qurana Kerîm ji ber kir.
Li navçeya Tatwana Bidlîsê çend heb telebeyên ku berî vê çendakî dest bi hafiztîyê kiribûn hafiztîya xwe qedandin ku yek ji van hafizan jî telebeyê bi navê Musa Gokçek e ku wî hafiztîya xwe di 5 mehan de qedand û Qur’ana Kerîm ji ber kir.
Belgeyên hafiztîyê ji teref Zahîd Demîrelê Miftîyê Navçeyê ve hat dayîn.
Demîrel piştî ku belgeyên wan da wan re telebeyan û malbatên wan tebrîk kir.(ÎLKHA)