• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê çû herêma afatê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di dema ziyaretên ku kir de li herêmê lehîzedeyan ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.Yapicioglu di bergeha ziyaretê de li navçeya Bozkurtê, Navenda Koordînasyona AFADê jî ziyaret kir û ji rayedaran derheqê rewşa dawî de agahî wergirt.

Yapicioglu dû re çû  serdana Serokê Şaredarîya Bozkurtê Muhammer Yanik û pê re derheqê zirar, mirin, birîndarbûyîn, xisar û tiştên mîna van ên ku lehî ji wan re bû sedem de axivî û ji bo wî tazîyeyên xwe anî zimên.

“Em li cihê afetê gerîyan û me bobelata heyî bi çavê serê xwe dît”

Yapicoglu piştî ziyaretan daxuyanî da û destnîşan kir: “Xweda careke din afeteke wisa neke nesîbê me û hifza me ji ya mezintir bike. Lê belê divê em vê yekê ji bîr nekin: Me milkê Xwedê wek milkê xwe hesiband û me zen kir em ê heta heta li ser vî milkî bibin xwedî teserruf. Me hewa, av û axê lewitand û di netîcê de afetên wisa gelek zêde hatin serê me. Ez hêvî dikim ku cardin tiştên wisa neqewimin. Lê belê ji ber wê taxrîbata ku me bi destên xwe kiriye, divê em ji bîr nekin ku dibe baran zêdetir bibarin û li gorî vê yekê tevdîrên xwe bistînin.”

“Divê di best û newalan de avahî neyên lêkirin û ji bo vê yekê çi lazim be divê bê kirin”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji ber ku di best û newalên ku tê de rûbar û çem derbas dibin de avahî tên lêkirin gelek zêde xisar û zirar pêk tên û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Belê, em hêvî dikin ku cardin tiştekî wisa pêk neyê. Lê belê divê em tevdîran bistînin û divê em hesabê bûyerên mîna van bikin. Mixabin di vê bobelata lehîyê de dîsa ew avahîyên ku di best û newalên ku tê de rûbar derbas dibin de hatine lêkirin li ber çavên me ketin. Ne tenê malên welatîyan, bi heman awayî avahîya şaredarîyê, qeymeqamtîyê û mektebê jî di bin avê de mane. Ev yek bi me dide zanîn ku divê em cardin di best û newalan de avahîyan lê nekin.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, ew hêvî û niyaz dike ku  hejmara mirîyan zêdetir nebe.(ÎLKHA)

 























































Bu haberler de ilginizi çekebilir