Li Îngîlterê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 111 kes mirin
Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 111 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 131 hezar û 260 kesan.
Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 111 kes mirin û 33 hezar û 904 kes jî bir vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 6 milyon û 355 hezar û 887 an.(ÎLKHA)