Wezîrê Tenduristîyê: 2 doz vaksîna mRNA piştî demekê dibe ku taybetîya xwe ya parastinê winda bike
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyeyê derheqê vaksînên coronavîrusê de daxuyanî da.
Wezîr Koca di daxuyanîya xwe de balan kişand li ser wextê tesîra vaksînên ku li nexweşên coronavîrusê tên dayîn û destnîşan kir: “2 doz vaksîna mRNA piştî demekê dibe ku taybetîya xwe ya parastinê winda bike ku divê welatî demildest doza sêyemîn a vaksînê li xwe bidin.”
Ev daxuyanîya Wezîr Koca di nava raya giştî de bû sedema nerihetîyê, lewra welatî şikdar in ku ev dozên vaksînê piştî doza 3yemîn wek ya 4-5-6emîn jî berdewam bike.(ÎLKHA)