Li Burkîna Fasoyê êrîş: 30 jê sîwîl 47 kes mirin
Hat ragihandin li herêma Sahela Burkîna Fasoyê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Ragihandinê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li herêma Sahela Burkîna Fasoyê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 30 jê sîwîl tev de 47 kes canê xwe ji dest dan û 58 kesên ku êrîş li dar xistin jî hatin kuştin.(ÎLKHA)