Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 4 milyon û 405 hezar kesan
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 4 milyon û 405 hezar û 571 kes mirin.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 4 milyon û 405 hezar û 571 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 210 milyon û 107 hezar û 304 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 641 hezar kesan.(ÎLKHA)