Neteweyên Yekbûyî ji Talîban re banga “gotûbêjê” kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Antonîo Guterres di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ez bang li Talîban dikim da ku cardin vegere qonaxa gotûbêjan.”
Guterres do berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir her ku diçe Efxanistan ji kontrolê derdikeve û dû re wiha got: “Ez bang li Talîban dikim da ku demildest dev ji êrîşan berde û vegere qonaxa gotûbêjan.”(ÎLKHA)