PKKê li Qamişlo zarokekî din revand
Hat ragihandin PKKyê ku zirarê pêve nade gelê Kurd li Qamişlo zarokekî din revand.
Li gorî agahîyên ku ji teref şahidekî bûyerê ve hatine belavkirin koma bi navê “Ciwanên Şoreşker” a ku girêdayê PKKê ye li taxa Enterîyeyê zarokekî bi navê Ehmed Ebdulbaqîyê 16 salî revand.
Tê diyarkirin zarokê ku ji teref PKKê ve hat revandin nayê zanîn li kû derê tê girtin.
Berî vê sê rojan “Ciwanên Şoreşger” dîsa li Qamişloyê qîzikeke 13 salî ya bi navê Sîmav Mihemed Salih Osman revandibû.(ÎLKHA)