• DOLAR 34.218
  • EURO 37.869
  • ALTIN 2922.578
  • ...
Erdogan bajarên ku lê lehî rabû wek herêma afetê îlan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdogan  li Kastamonuyê derbarê mijarê de axavtinek kir. Erdogan di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, bajarên Sînop, Bartin û Kastamonuyê wek herêmên afetê hatin îlankirin.

Erdogan di berdewama daxuyanîya xwe de rehmet ji bo kesên mirî daxwaz kir û destnîşan kir ew ê ji wan kesên ku ji ber lehîyê mexdûr bûne re alîkarî bê kirin.

Ji ber bobelata lehîyê heta niha 27 kes canê xwe ji dest dan

Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber lehîya ku li Behra Reş a Rojava rabû li Kastamonuyê 25 û li SÎnopê jî 2 welatî canê xwe ji dest dan.

Ji bo kesekî ku di lehîyê de winda bûbû bê dîtin xebatên lêgerînê berdewam dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir