• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: Biya min divê vaksîna coronayê li ser xelqê neyê ferzkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu di bernameya bi navê Rehber Gundem a ku di televîzyona Rehber TVyê de hat weşandin de derheqê lêdana vaksîna coronavîrusê de nirxnadinan  kir.

“Nexweşî xelas nebûye, ji kerema xwe re li gorî tevdîran hereket bikin”

Yapicioglu  di nirxandina ku kir de balan kişand li ser hejmara pêketî û mirîyan û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Piştî ku hejmara pêketîyan kêm bû û biryara asayîbûnê hat dayîn re xelq zen kir ku êdî nexweşî xelas bû. Di du mehên dawî de em li gelek herêman gerîyan. Me li wan deran dît ku nexweşî ne xema xelqê ye. Kes maske nade ber devê xwe, însan hevdu hembêz dikin û destên hevdû digirin. Me ji ber vê yekê îqazên xwe kir. Ger bi vî awayî here ew ê dîsa hejmara pêketîyan zêde bibe û dîsa ji ser înternetê ders bên dayîn. Dema ku em temamê van xalan li ber çavan digirin em dixwazin vê yekê ji xelqê xwe re bibêjin. Nexweşî xelas nebûye, ji kerema xwe re li gorî tevdîran hereket bikin. Ekserîyetê doktoran dibêjin ji bo vê nexweşîyê vaksîn şert e ku divê me van nêrînan li ber çavan bigirin. Biya min divê vaksîna coronayê li ser xelqê neyê ferzkirin. Em ne dijberê vaksînê ne, lê belê em vaksînê tawsîye dikin. Lê belê em weke wan kesên ku dibêjin bila vaksîn bê ferzkirin nafikirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir