• DOLAR 32.68
  • EURO 35.229
  • ALTIN 2445.09
  • ...
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Brîtanya civiya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, hêviya serkeftinê li erkê nû yê li Iraqê ya ji bo Balyozê nû yê Brîtanya xwest û hemû alîkarî û piştgîriyeke Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê yî de dûpat kir.

Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera wan, hilbijartinên paşerojê ya Iraq, rewşa emnî û pêşketinên dawî yên teror û gef û kirdarên Da’îş, erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraqê, hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li rûbirûbûna Da’îş, rewşa dawî ya belavbûna pejika Kovid-19 û rûbirûbûna wê ya li Iraq û Brîtanya guftûgo kirin.

Li civînê de tekez li ser xwesta du aliyane ya ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Brîtanya kirin û derfeta kar û veberhênanê ji bo kerta taybet û kompanyayên Brîtaniyan li Iraq û Herêma Kurdistanê xistin ber behs.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir