• DOLAR 34.552
  • EURO 36.052
  • ALTIN 2989.91
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 542 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 94 hezar û 15 kesan û bi pêketina 39  hezar û 619 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 4 milyon û 158 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 542 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 94 hezar û 15 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser 4 milyon û 158 hezaran.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir