Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 793 kes ji ber coronavîrusê mirin
Di 24 dawî de li Rûsyayê bi 22 hezar û 320 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin û 793 kes jî ji ber coronavîrusê mirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 22 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 6 milyon û 424 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 793 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 164 hezar û 94 kesan.(ÎLKHA)