Li Behra Egeyê di mezinahîya 4.9an de erdhej
Derdora seat 04.39an de di Behra Egeyê de di mezinahîya 4.9an de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; derdora seat 04.39an de di Behra Egeyê de li nêzî navçeya Datçaya Muglayê di mezinahîya 4.9an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daxuyanîyê erdhej 16.37 kîlometre di bin erdê de pêk hat.(ÎLKHA)