Li Herêma Kurdistanê 28 kes ji Coronavîrusê mirin û 2755 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 2755 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 28 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4900 kesan; her wisa bi pêketina 2755 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 250 hezar kesan.(ÎLKHA)