Li Herêma Kurdistanê 14 kes ji Coronavîrusê mirin û 3220 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 3220 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 14 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4872 kesan; her wisa bi pêketina 3220 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 247 hezar kesan.(ÎLKHA)