Mehmet Altunê ku li Konyayê ji heman malbatê 7 Kurdan qetil kir hat tewqîfkirin
Hat ragihandin Mehmet Altunê ku li Konyayê ji heman malbatê 7 Kurdan qetil kir hat tewqîfkirin.
Weke ku tê zanîn di 30ê Tîrmehê de li navçeya Merama Konyayê êrîşa çekdarî li malbateke Kurd hatibû kirin û di êrîşê de 4 jê pîrek tevde 7 Kurd hatibûn qetilkirin ku qatil û êrîşkarê vê êrîşê Mehmet Altun di encama operasyona ku hatibû kirin de hatibû girtin ku Altun di encama darizandina ku hat kirin de hat tewqîfkirin.(ÎLKHA)