Li Brezîlyayê ji ber Coronavîrusê 910 kesên din jî mirin
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê daneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 3 hezar û 582 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 19 milyon û 917 hezar û 855 kesan.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 910 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 556 hezar û 370 kesan.(ÎLKHA)