Li Herêma Kurdistanê 13 kes ji Coronavîrusê mirin û 3350 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 3350 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 13 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4818 kesan; her wisa bi pêketina 3350 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 237 hezar kesan.(ÎLKHA)