• DOLAR 32.237
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2412.22
  • ...
Li Malatyayê qezaya trafîkê: 3 mirî 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza derdora seat 19.00an de li ser rêbeja Semsûr-Malatyayê li nêzî mewqîya Subatana Hekîmxanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 06 KH 602 a ku ajokarê wê Burak Timuçin bû û otomobîla bi plaqeya 44 AB 321 a ku ajokarê wê A.D. bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku li ser rêbeja Semsûr-Malatyayê pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî giran birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir