Li Diyarbekirê di fabrîkaya rûn de şewat derket
Hat ragihandin li Diyarbekirê di fabrîkaya rûn de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Bûyer li mewqîya 88 Evlera li Taxa Donumluya navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di fabrîkaya rûn de şewat derket.
Ji bo şewata ku derket bê tefandin îtfaîyevan midaxeleyî êgir dikin.(ÎLKHA)