Li Herêma Kurdistanê 16 kes ji Coronavîrusê mirin û 3149 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 3149 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 16 kes ji ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4834kesan; her wisa bi pêketina 3149 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 240 hezar kesan.(ÎLKHA)