Li Almanyayê ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 106yan
Hat ragihandin li Almanyayê ji ber barana zêde lehî rabû.
Di encama lehîya ku rabû de 6 avahî hilweşîyan, 106 kes mirin û zêdetirî hezar û 300 kesan jî winda bûn û agahî ji wan nayê girtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma lehîyê rewşa derasayî hat îlankirin.Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Hat hînbûn lehî li Belçîkayê jî tesîrdar bûye û heta niha 23 kes li wê derê ji ber lehîyê mirine.(ÎLKHA)