Li Miamiyê ji ber hilweşîna avahîyekê hejmara mirîyan derket 97 kesan
Berî vê çend rojan li bajara Miamiya girêdayê parêzgeha Florîdaya Amerîkayê avahîyeke 13 qetî hilweşîya.
Di encama hilweşîna ku pêk hat de 94 kes canê xwe ji dest dabûn ku li gorî agahîyên dawî hejmara kesên ku ji ber hilweşîna avahîyê mirin derket 97 kesan.
Tê diyarkirin hêj 20 kes di bin avahîyê de mane û xebat tên kirin da ku ew bên derxistin.(ÎLKHA)