• DOLAR 35.387
  • EURO 36.506
  • ALTIN 3000.98
  • ...
Karwana Hêvîyê bi temaya “Qurbana We Bila Bibe Hêvî” xebatên xwe yên qurbanê da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê Şahîn Elelçî derbarê xebata ku hatiye destpêkirin de ji ÎLKHAyê re axivî û derbarê mijarê de destnîşan kir, ew li benda bexşên xêrxwazan in.

“Nêzî 10 hezar malbat bendewar in ku ji wan re alîkarî bê kirin”

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew sala borî di îda qurbanê de ji 7 hezar û 500 malbatî re alîkarîya goşt kirine û dû re wiha got: “Wek her sal em ê îsal jî bi temamê tecrubeya xwe fealîyetên xwe yên qurbanê bi rêve bibin. Amadehîyên me hema hema li ber qedandinê ne. Em ê digel dildar û endamên xwe dîsa di Îda Qurbanê de ji kesên feqîr û jar û mixtac re bibin alîkar.Nêzî 10 hezar malbat bendewar in ku ji wan re alîkarî bê kirin. Xweda nesîb bike em ji ber coronavîrusê tevdîrên pêwîst bistînin û bi saxîya xêrxwazan ji wan re bibin alîkar.”

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de banga kirina alîkarî û dayîna qurbanan a ji bo komeleya wan li xêrxwazan kir û dû re wiha got: “Em li benda alîkarîya xêrxwazan in. Xweda nesîb bike hedefa me ew e ku em ji 20 hezar malbatî re karibin alîkarî belav bikin.Sala borî me ji 7 hezar û 500 malbatî re goştê qurbanan belav kiribû ku îsal me niyet anîye ku em ji zêdetirî 10 hezar malbatî re alîkarî bikin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir